Amerîkayê hêzên xwe ji Hesekeya Sûrîyê derxist
Nîsan 24, 2025 18:07 Asia/Tehran
Li gorî raporan bi sedan kamyonên hilgirê leşker û alavên leşkerî yên Amerîkayê ji binkeyên wan ên li Hesekê va ber bi Iraqê bi rê ketin.
Rojnama Watan`ê nivîsî ku kamyonên hilgirê hêz û alavên leşkerî yên Hevalbendîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi serkêşîya Amerîkayê duh danê êvarê ji binkeyên li derdora şarê Şeddadîyê li başûra Hesekê û hêzên amerîkî yên li Hesekê ber bi iraqê va çûn.
Hevgavê vê yekê, leşkerên amerîkî û alavên wan ji binkeyên Hevalbendîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê di bin fermana Waşîngtonê da, hatin veguhestin.
Berdevkê Pentagonê hefteya buhurî gotibû ku Amerîkayê dixweze di mehên ku tê , hejmara hêzên xwe li Sûrîyê daxe bin hezar kesî.