Giritna 20 endamên DAIŞê li Kempa Holê
Fermandarekî HSDê ragihand ku operasyona dijeterorîsmê li Kempa Holê di roja şeşan da bi dawî hat û di encamê da 20 endamên koma terorîst a DAIŞê hatin girtin.
Navenda Fermandetîya Hêzên Ewlehîya Hundurîn a HSDê di daxûyanîyekê da têkildarî operasyona dijeterorîsmê ya li Kempa Holê got: Armanca vê operasyonê ramalîna şaneyên bêdeng ên DAIŞê di nav Kempa Holê da û xurtkirina ewlehîya nav ûderdorê kempê bû.
Li gorî vê daxûyanîyê, operasyona ramalîn û êrişên ser cîyên destnîşankirî li gellek cîyan hat lidarxistin û 20 terorîst û hevdestên wan hatin girtin, gellek çekên terorîstan jî hatin zevtkirin.
Di dewama vê daxûyanîyê da ji welatên ku welatîyên wan di vê kempê da ne, hatîye xwestin ku berpirsyarîyên qanûnî û mirovî yên xwe pêk bînin û welatîyên xwe wergirin.