Nîsan 15, 2025 15:06 Asia/Tehran
  • Mezlûm Ebdî daxwazên Colanî red dike

Li gorî çend çavkaniyan, hikûmeta Sûriyê daxwazek raberî HSD`ê kiriye û Mezlûm Ebdî jî ev daxwaz red kiriye.

Hikûmeta Sûriyê bi serokatiya Mihemed Colanî, daxwazeke raberî serfermandê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) kiriye û gotiye: Basa Kurdan bike û Ereban bo me bihêle. Ev çavkanî ji zarê Ebdî aşkera kirin ku Mezlûm Ebdî bi tundî ev daxwaz red kiriye û ji wî ra ragihandiye ku Kurd û Ereb bi hev re Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) pêk anîne û ji hev nayên cidakirin.

Mezlûm Ebdî wekî serfermandê HSDê gotiye: Xaleka din a nakokiyên di navbera HSD û Şamê de, dema tevlîkirina HSD`ê nav wezareta berevaniyê ye ku nabe kêmtir ji du salan be, lê Şam daxwaz dike heta dawiya îsal hemû xalên ku me li ser wan li hev kirine, yekalî bibin ji wan tevlîkirina HSDê di nava wezareta berevaniyê de.

 

Serepeyv