Derûziyên Sûriyê dijberê bêçekkirina ji aliyê rejîma Colanî ne
Nîsan 08, 2025 17:00 Asia/Tehran
Kesayetiyên navdar ên eşîra Derûzî li Sûriyê dijî radestkirina çekên xwe bo rejîma Colanî derketin.
Derûzî ji metirsiyên ku rejîma Colanî dijî ewlehî û aramiya herêmê çêdike, agehdar in. Kesên ser bi Colanî kontrola navçeyên curbicur ên Sûriyê bi dest xistine û li vî welatî li dijî kêmîneyan û bi taybet elewiyan komkujî pêk anîne. Çavkaniyên agahdar diyar kirin ku Derûziyên vê herêmê ji ber îhtimala dubarekirina komkujiya elewiyan dilnigeran in û jibo girtina pêşiya dubarebûna van cinayetan tedbîrên pêdivî bikar tînin.