Dilnigeraniya derheq îdamkirina leşkerên girtî yên hikûmeta Colanî
Nîsan 08, 2025 15:28 Asia/Tehran
Rewangeha Mafên Mirovan ya Sûriyê derheq rewşa nezelal û metirsîdar a bi hezaran leşkerên girtî di zindanên hikûmeta Heyet Tehrîr el-Şam de bi serokatiya Ebû Mihemed El-Colanî hişyarî da.
Rewangeha Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihandiye ku metirsîya îşkence, îdamkirin û binpêkirina mafên mirovan gefê li van kesan dixwe.Vê saziyê her wiha tevî hişyariya derbarê îhtîmala kuştin û îdamkirina van kesan, daxwaza çavdêriya Xaça Sor û azadkirina kesên bê tawan kirine. Rewangeha Mafên Mirovan ya Sûriyê her wiha tekezî ser pêwîstiya darizandina bi zelalî û dadmendane ya kesên tawanbar li gor pîvanên navdewletî kir.