Adar 29, 2025 18:49 Asia/Tehran
  • Amerîkayê derheq seredana Sûrîyê, welatîyên xwe hişyar kir

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê welatîyên vî welatî ji ber xetera terorîsm û nearamîyan derheq seredana Sûrîyê hişyar kir.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxûyanîyekê da ragihand ku em welatîyên xwe ji ber ihtimala êrişan li Sûrîyê di rojên betlaneya ji ber cejna Fitrê da hişyar dikin. 

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê idia kirîye ku di wan êrişana da diqewime balyozxane, rêxistinên navdewletî û dezgehên giştî yên Sûrîyê li Şamê bibin armanc.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di halekî da ji ber rewşa nika ya Sûrîyê welatîyên xwe têkildarî seredana Sûrîyê hişyar dike ku Sûrîye li ber dewra veguhestina desthilatê ye û nika kesên çekdar û komên terorîst li Şamê hikimdar in. 

Serepeyv