Giranbûna rewşa mirovî ya li Sûriyê
NY ragihand bi hezaran welatiyên sûrî ji ber cinayetên rejîma terorîst a Colanî, ji axa vî welatî ber bi Libnanê ve revîne.
Di van rojan de li Sûriyê bi sedema şer û pevçûnên zav di navbera hêzên hikûmeta demkî ya Colanî û alî û komên etnîkî yên ku hikûmeta Sûriyê qebûl nakin, ji aliyekî ve û herwiha berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst û êrişa ser axa Sûriyê, xelkê vî welatî di rewşeke nediyar de ne û nizanin wê çi bikin. Bi awayekî ku Komîsariya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di vê mehê de zêdetirî 21 hezar welatiyên Sûriyê ji ber bê ewlehîtiya li wî welatî reviyane Libnanê. Ev amar tenê bo vê mehê ye û amarên mehên buhurî ji vê hejmarê zêdetir in. Di vê raporê de hatiye ku êrîşên dijminane yên ku di destpêka meha Adarê de destpê kirine bûne sedema koçberbûna berfireh a welatiyên Sûriyê û revîna wan ber bi bakurê Libnanê ve. Xelkê Sûriyê ji tirsa êrişên hovane yên terorîstên ser bi rejîma Colanî ve, hewl didin bi rêyên neyasayî û derbasbûna çeman xwe bigihînin Libnanê. Gelek ji wan di vê rêyê de birîndar dibin. Hêjayî gotinê ye ku di heyama hefteyên derbasbûyî de terorîstên Colanî hejmarek zêde ji welatiyên Sûriyê bi taybet li navçeyên elewiyan kuştine.
Ji aliyeke din ve parêzgarê Dera ya Sûriyê amajeyî berdewamiya destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê kir û Rêjîma Siyonîst û hikûmeta demkî ya Colanî, sebekarên kuştina xelkê sivîl li Sûriyê dizane. Parêzgarê Derayê, Enwer Taha El Zeibî tekez kir: Êrîşên artêşa rejîma dagirkir û destdirêjiyên wê yên berdewam li ser axa Sûriyê, bûn sedem ku komek ji niştecihan bi komek leşkerên wê re ku hewl didan derbasî gundê Koya li rojavayê Derayê bibin, bikevin pevçûnê. El Zeibî di berdewamiya axaftina xwe de got: Ev mijar bû sedem ku artêşa dagirkir bi topbaran û êrîşên bi xwefiran aloziyê zêdetir bike ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl hatin kuştin.