Li Şamê teqîn pêk hat
Adar 24, 2025 17:45 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan basa teqînekê li Şama paytexta Sûriyê kirin.
Pars Tûdêyê ji zarê rapora roja Duşemiyê ya IRNA`yê ragihand ku çavkaniyên herêmî ragihandine ku li Şamê teqînek qewimiye û dûkeleka giran rabûye. Çavkaniyên nûçeyan dibêjin ku ev teqîna li navçeya Kefersûsê bûye. Hîn sedem û hûrgîliyên vê teqînê nehatine weşandin.
Hin navçeyên Sûriyê di van hefteyên buhurî de jî bûne şahidê qewimîna pevçûn û teqînan ku di encamê de hejmarek hatin kuştin û birîndar bûn. Hin çavkanî jî basa firrîna xwefirên sîxuriyê yên Rejîma Siyonîst li esmanê vê navçeyê kirin.