Adar 13, 2025 18:00 Asia/Tehran

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku 1383 sivîl di encama şîdeta hêzên Colanî da li rojavaya Sûrîyê hatine kuştinê.

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê di daxûyanîyekê da herwiha ragihand ku 3 komkujîyên nû li rojavaya Sûrîyê qewimîn û bi sedan gorîyên şîdetên vê dawîyê li perravên Sûrîyê di gornnê komkî da hatine definkirin. 

Hevgavê vê yekê, rêxistinên mafên merivan ên ewrûpî ku amarên gorîyên komkujîyên li perravên Sûrîyê tomar dikin, dibêjin ku nêzî 10 hezar kes li deverên elewînişîn ên Sûrîyê bûne gorîyên vê dawîyê li herêmên hanê.

Ji hêla din va, rayedarên libnanî ragihandin ku zêde ji 9 hezar penaxwazên sûrî di çend rojên vê dawîyê da ji rêya derbasgehên neyasayî li bakura Libnanê derbasî vî welatî bûne.

Li gorî raporan, bi sedan malbatên sûrî ji çemê Mezin li bakura Libnanê derbasî gundên elewînişîn ên parêzgeha Ekkar`ê bûne. 

Imad El Lebekî parêzgarê Ekkarê roja duşemê ragihandibû ku heta nika nêzî 6 hezar penaxwazên sûrî ku ji ber pevçûnên li perravên Sûrîyê revîne, derbasî wê parêzgehê bûne.

Hin çavkanîyên nûçeyan jî ragihandin ku 3 kesên nenas ketine mala Nûreddîn Lebad kevnedîplomatê sûrî û birayê wî li taxa Mucbelê li şarê Senemînê li bakura Derayê û ew dane ber gulleyan û piştî terorkirina balyozê berê yê Sûrîyê ji mala wî revîne. 

Serepeyv