Giranbûna pevçûnên eşîrtiyê li navçeyên curbicur ên Sûriyê
Pevçûnên çekdariyê ên bi top û tankan di navbera hêzên ewlehiya giştî ya hikûmeta demkî ya Colanî û komên herêmî yên çekdar li dorhêla bakûr a Derayê bajarê Senemêynê derketine.
Li gorî rapora medyayên sûrî ji vê sibê Çarşemiyê ve, dewreka nû ya pevçûnên eşîrtiyê di navbera hêzên ewlehiya giştî ya hikûmeta demkî ya Colanî û komên herêmî yên çekdar de derketiye.
Nûçegîhanên herêmî ragihandine ev pevçûnên eşîrtî û çekdariyê ên bi top û tankan li dorhêla bakûr a Derayê bajarê Senemêynê destpê bûne û hêzên çekdar ên her du aliyan di kolanên Senemêynê de hevdu dikin hedef.
Li gorî gotina karzanên siyasî, ev pevçûnên eşîrtiyê, di navbera hêzên hikûmeta demkî ya Colanî û kom û eşîrên ku destpêkê hevgirtiyê HTŞ`ê bûne yan piştî çend mehan nêtên weşartî yên hikûmeta demkî ya Colanî zanîne de, derbasî qonaxeka nû bûne û ev pevçûn roj bi rojê girantir dibin.