Dewama destdirêjiyên Rejîma Siyonîst li Sûriyê
Di dewama êrişên leşkerî yên Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê, hêzên vê rejîmê ji bo cara sêyemîn di 24 saetên buhurî de êrişî hin navçeyan li dorhêla Quneyterê kirin.
Li gorî rapora mediyayan leşkerên siyonîst îro careka din bi çend tirombîlên zirixî derbasî gundên derdora Quneyterê bûn û li dû çek û madeyên teqandinê geriyan. Bi bawera karzanan, leşkerên Siyonîst bi sûdwergirtina ji rewşa aloz a Sûriyê, cirîda xwe di vî welatî de didomînin û di mideha du hefteyên derbasbûyî de li ser 23 bajarojên li welatê Sûriyê serdest bûne bêyî ku ji aliyê hêzên Colanî ve ti bertek li hember vê yekê hebe.
El Cezîrê ragihand di 24 saetên buhurî de Rejîma Siyonîst sê caran êrişî axa Sûriyê kiriye. Rojnameya Wal Strît Jûrnalê jî îro aşkera kir ku Rejîma Siyonîst bi dewama van êrişên xwe yên ser Sûriyê û dagîrkirina hin pişkên axa Sûriyê dil heye vî welatî perçe bike.
Gîyêr Pêdêrson, şandiyê NY li Sûriyê berfirehb[na karên kêşesaz ên Rejîma Siyonîst li Sûriyê şermezar kir.
Ebdilbarî Etwan, analîzorê mijarên Ereban jî amajeyî dewama liv û tevgerên leşkerî yên Rejîma Siyonîst li başûrê Sûriyê ragihand ku Netaniyahu bi domandina dagirkirya li başûrê Libnan û Sûriyê bi piştgîriya Amerîkayê û hikûmeta Donald Tiramp, li dû rewanîşandayîna şikestên xwe yên li Xezzê û Perrava Rojava Çemê Urdinê ye. Bêdengiya hikûmeta demkî ya Colanî li hember van cinayetan bûye sedem ku komek ji ciwanên başûrê Sûriyê bona sekinîna li hember destdirêjiyên Rejîma Siyonîst çek rakin. Îro jî welatiyên sûrî piştî ku kesên nenas alaya Rejîma Siyonîst li meydana Enqûdê ya bajarê Soweydayê danîn, ew jorda anîn û agir berdanê.