Sibat 19, 2025 16:53 Asia/Tehran
  • Qurbanîbûna 18 xwendevan û mamosteyan di encama êrişên Tirkiyê ser Sûriyê da

Di encama êrişên du mehên borî yên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de ji xeynî wêrankirina berfireh a çend dibistanan, 18 xwendevan û mamosteyan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên medyayan, êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê li ser gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybet derdora Kobanî û Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê ji 8ê Kanûnê ve zêde bûne û ji bilî kuştina 18 mamoste û xwendevana, bi sedan xwendevan jî ji xwendinê bêpar mane.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bi firokeyên cengê, xwefir û çekên giran, navendên xizmetguzariyê yên wekî şebeke û navendên av û karebayê, herwiha dibistanên başûrê Kobanîyê, dibistana seretayî ya Til Ebir li rojavayê Kobanîyê û dibistana bajarê Sarînê dan ber êrişan û dest bi kuştina xelkê sivîl bi taybet li navçeyên derdora Kobanîyê kirine.  

Serepeyv