Sibat 18, 2025 18:20 Asia/Tehran

Çavkaniyên nûçeyan basa ketina leşkerên Siyonîst nav dorhêla Quneyterê kirin.

Leşkerên Siyonîst bi behaneya dabînkirina hewcetiyên xelkê Quneyterê û raberkirina pakêta debara jiyanê bo wan, dest bi lêgerînê li navçe kirin. Lê xelkê dorhêla Quneyterê xwe ji hevkariya bi artêşa dagirkir û wergirtina her cure alîkarî û piştgîriya dagirkiran dûr ragirtin. Artêşa Rejîma Siyonîst herwiha heft binkeyên nû yên leşkerî li ser sînorê bi Sûriyê re ava kiriye.

Ev binke ji bakûrê navçeya navbirr destpê bûne û heta nêzîkî navçeya sînorî ya di navbera Filistîna Dagirkirî, Sûriye û Urdinê de didomin. Artêşa Rejîma Siyonîst di van binkeyên nû de îmkanên wekî avahiyên niştecîbûnê ji bo leşkeran, pêgehên fermandetiyê, navendên dermankirinê, serşok û destav ava kiriye.

Ev ketin û bicihkirina leşkeran pişkek ji pêvajoya ber bi zêdebûnê ve ya destdirêjîyên Rejîma Siyonîst li Sûriyê, bi taybet li parêzgehên Quneytere û Derayê û bi hecetên bidûhev ên ewlehiyê tên hesêb. Ev liv û tevger bûne sedem hin dilnîgeranî di asta navçe û navnetewî da li ser dûhatên wê ji bo istiqrara navçeyî çêbibin. Çavkaniyên sûrî jî basa du êrişên bi çekan li Laziqiye û Hemayê kirin.

Serepeyv