Mercên Kongireya Niştîmanî ya Sûrîyê bo alîyê kurd
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i353385-mercên_kongireya_niştîmanî_ya_sûrîyê_bo_alîyê_kurd
Berpirsekî hikûmeta demkî ya SÛrîyê got: Heta dema ku HSD çekan daneyne, di Kongira Dîyaloga Niştîmanî ya Sûrîyê da cî nagire.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Sibat 14, 2025 14:14 Asia/Tehran
  • Mercên Kongireya Niştîmanî ya Sûrîyê bo alîyê kurd

Berpirsekî hikûmeta demkî ya SÛrîyê got: Heta dema ku HSD çekan daneyne, di Kongira Dîyaloga Niştîmanî ya Sûrîyê da cî nagire.

Hesen Degêm Berdevkê Lêjneya Amadekar a Kongireya Gotûbêja Niştîmanî ya Sûrîyê di civîneke çapemenîyê da ragihand: Heta dema ku HSD çek rakiribe, di Kongira Dîyaloga Niştîmanî ya Sûrîyê da cî nagire. Wî pêgirî kir ku ti komek ku çekdar be, di vê kongireyê da cî nagire.

Wî herwiha got: Lêjneya Amadekar a Kongira Dîyaloga Niştîmanî ya Sûrîyê hemî rengên Sûrîyê digire ber xwe û basa dan u istandina hizr û bawerîyan dike, ne nimayişeke serbazî. Di kongirê da ti derfetek ji bo tayfegerîyê tineye û armanca me parastina yekperçetîya ax û gelê Sûrîyê ye.

Lêjneya Amadekar a Kongireya Dîyaloga Niştîmanî ya Sûrîyê roja çarşemê ji 7 kesan pêk hat, lê ti kurdek di vê kongirê da tineye.