Revîna 18 mîlîtanên endamê Artêşa Neteweyî ya Sûriyê ji Serêkaniyê
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku 18 mîlîtanên endamê Artêşa Neteweyî ya Sûriyê ya di bin fermana Tirkiyê da li Serêkaniyê ji destê van mîlîtanan revîne û û vegeryane bajarên xwe.
18 mîlîtanên endamê Artêşa Neteweyî ya Sûriyê ya di bin fermana Tirkiyê da li Serêkaniyê ji meydana şerê bi Kurdên Sûriyê re revîn û vegeriyan bajarên xwe yên wekî Idlib, Hums û Xûteya Rojhilat. Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ev mîlîtan bi eslê xwe xelkê bajarên Idlib, Hums û Xûteya Rojhilat in.
Hevgav mîlîtanên nasiyar bi polîsên leşkerî yên hikûmeta Tirkiyê 16 mîlîtanên komên Hemzat û Sultan Mirad ku dixwestin ji Serkaniyê birevin û xwe bigihînin navçeyên di destê Kurdên Sûriyê de, girtin û radestî îstixbarata hikûmeta Tirkiyê kirin.