Sibat 11, 2025 18:50 Asia/Tehran

Gireva xelkê bakûr û rojhilatê Sûriyê li ser bendava Tişrînê li hember êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve 33 roj in ku didome.

Di encama êrişên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve ser bendava Tişrînê de heta nika 24 kes jiyana xwe ji dest dane û zêde ji 200 kes jî birîndar bûne. Li hember êrişên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, xelkê bajarên curbicur wek karewanekî û hemû rojê ber bi vê bendavê ve dimeşin. 

Ji hêla din ve Mihemed Îsmaîl, endamê taxima siyasî ya Eonseya Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê(ENKS), li ser pêwîstiya parastiya bi hevrejiyanê, aştiya civakî û pêkanîna dahatiyeka medenî û çendetnîkî li Sûriyê pêgîrî kiriye.

Çavkaniyên agehdar jî ragihandin ku teqîna mînekê li dorhêla rojhilat a Humsê, ev navçe hejand û herî kêm 4 welatiyên sûrî jiyana xwe ji dest dan. Mînên ku ji aliyê terorîstan ve li navçeyên curbicur ên Sûriyê de hatine danîn, bûne sedem heta nika bi dehan welatî jiyana xwe ji dest bidin. 

Serepeyv