Şer û pevçûn li bakur û bakur rojhilatê Sûriyê
Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi çekên giran û topan derdora bendava Tişrînê bombebaran kirin.
Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi çekên giran û topan derdora bendava Tişrînê bombebaran kirin ku di encamê de 4 çekdar hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.Hevgav hêzên HSD li operasyonekê 3 otombîlên çekdarên ser bi Tirkiyê kirin armanc û ew îmha kirin.Her wiha hêzên wan li bereya Qereqozaxê baregeha Hewşirî ya terorîstan û hêzên ser bi Tirkiyê kirin hedef ku di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê û 3 çekdarên din birîndar bûn.Wesayîtek zirxî û 2 otomobîl hatin rûxandin. Her wiha hatiye ragehandin ku di operasyoneke din de jî hêzên wan li bereya Qereqozaê meqereke çekdaran kirin hedef. ku di encamê de 5 çekdar birîndar bûn .Piştre balafirên şer û topxaneyên Tirkiyê êrişeke berfireh li dijî gundên li ser sînor pêk anîn.Di heman demê de, hêzên amerîkî şandina hêzên leşkerî û locêstîkîbo baregehên xwe yên li bakurê rojhilatê Sûriyê berdewam dikin û 200 kamyonên hilgirê alavên leşkerî ji herêmê veguhestine. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand. Di encama êrişeke hewayî li bakurê rojavayê Sûriyê, yek ji endamên pilebilindf ê koma girêdayî El-Qaideyê bi navê Heras El-Dîn hatiye kuştin. Di hemen demê de artêşa Rejîma dagirker a Îsraîlê hevgavê dewama operasyona wêrankirina berfireh a erdên cotkariyê li derdora Quneyterê , avahiya parêzgariya vê parêzgehê şewitandin.Medyayên din ên fermî yên Erebî derbarê bijartina bi fermî ya Ebû Mihemed El-Colanî wek serokê dewra veguhestinê û serokkomarê demkî yê Sûriyê agahî dan .