Çile 30, 2025 18:57 Asia/Tehran
  • Cinayetên hêzên bin fermana Tirkiyê li dijî Kurdên Sûriyê

Rêxistina Cîhanî ya Çavdêrê Mafên Mirovan bi weşandina raporekê derbarê sûçên cengê yên hêzên serhildayên bin fermana Tirkiyê li dijî kurdan li derdora Bendava Tişrînê, agahî da û tekez kir divê Enqere lêkolînên pêwîst bike û berpirsên van cinayetan mehkeme bike.

Li gorî rapora  Rêxistina  Cîhanî ya  Çavdêrê Mafên Mirovan  , koma nasiyar bi  hevalbendiya  Hêzên  artêşa neteweyî ya Sûriyê ya bin fermana Tirkiyê roja 18ê Çile ambulanseke Heyva Sor li bakurê Sûriyê kire armanc.Ku ev êriş mînaka eşkere ya  cinayetên  cengê ye hevgav  6 sivîlên Sûriyê di encama êrişên komên ser bi Tirkiyê de hatin kuştin û herî kêm 16 kesên din jî birîndar bûn. HSD jî  îdiay kiriye ku  di meha Çile de, bi kêmî ve 4 êriş ji aliyê hêzên ser bi Tirkiyê  ve  ser xwepêşanderan li nêzîkî bendava Tişrînê pêk  hatiye  û di encamê de 20 kes hatine kuştin û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûne. Karzan di vê baweriyê de ne ku artêşa neteweyî  ya Sûriyê ya  bin fermana  Tirkîyê û hêzên Tirkîyê li Sûrîyê êrişên  xwe yên neqanûnî û  metirsîdar li dijî sivîlan û cihên sivîlan li bakur û rojhilatê Sûrîyê berdewam dikin.

Êrişên Tirkiyê  ser navçeyên di bin  kontrola kurdan  li Sûriyê ji dawiya Cotmeha 2023an ve bûye sedem av û karebayê bi milyonan kesî qut bibe. 

Serepeyv