8 mîlîtanên ser bi Tirkiyê li pira QereQozaqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i353128-8_mîlîtanên_ser_bi_tirkiyê_li_pira_qereqozaqê_hatin_kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, derbarê kuştina heşt kes ji mîlîtanên ser bi Tirkiyê ji wan fermnadeyekî, li encama şer û pevçûnên bereya pira Qereqozaqê agahî da.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 27, 2025 15:00 Asia/Tehran
  • 8 mîlîtanên ser bi Tirkiyê li pira QereQozaqê hatin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, derbarê kuştina heşt kes ji mîlîtanên ser bi Tirkiyê ji wan fermnadeyekî, li encama şer û pevçûnên bereya pira Qereqozaqê agahî da.

Navenda Ragihandinê ya HSD ragihand ku li bersiva hêzên vê komê bo êrişên mîlîtanên ser bi Tirkiyê  li bereya Pira Qereqozaqê, 8 mîlîtan ji wan fermandeyê van mîlîtanan hatin kuştin.

Di berdewamiya daxûyaniya HSD de hatiye ku balafirên şer ên hikûmetaTirkiyê gundên Hesekê, Melhe, Ebû Qelqel û Şebaniyê bombebaran kirin. Li gundê Bîr Heso jî 2 êriş pêk anîn. Her wiha artêşa Tirkiyê û mîlîtanên girêdayî wê bi top û hawanan tevahiya xeta bereya  QereQozaqê bê armanc û bênavber bombebaran kirin.