Birîndarbûna 12 kesan li bendava Tişrînê
Di encama êrişa xwefirên hikûmeta Tirkiyê ser karwanê sivîlên ku li bendava Tişrînê ketibûn girevê, de 12 kes bi giranî birîndar bûn.
Di encama êrişa xwefirên artêşa Tirkiyê ser karwaneke sivîlan yên ku li bendava Tişrîn a Tebqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketibûn girevê, 12 kes bi giranî birîndar bûn.
Ev Karwan bona piştgiriya ji berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê Bendava Tişrînê de li dijî hêzên bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyê (ASA) yên bin fermana Tirkiyê, ber bi bendava Tişrînê ve diçû.
Artêşa Tirkiyê di hefteyên borî de, gelek caran bi xwefiran top û xwfirên bomberêj êrişî navçeyên derdora Bendava Tişrînê li bakurê rojhilatê Sûriyê kiriye û ev bombebaran di halekê de pêk tên ku gelê navçeyê bi taybetî yên di gireva li nav bendava Tişrînê li himber êrişên Tirkiyê û mîlîtanên ser bi wê ber xwe didin.