Zêdebûna êrişên ser leşkerên amerîkî yên li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i353050-zêdebûna_êrişên_ser_leşkerên_amerîkî_yên_li_sûriyê
Çavkaniyên Sûrî ragihandin ku êrişên ser dagirkerên amerîkî li Sûriyê zêde bûne.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 22, 2025 11:15 Asia/Tehran
  • Zêdebûna êrişên ser leşkerên amerîkî yên li Sûriyê

Çavkaniyên Sûrî ragihandin ku êrişên ser dagirkerên amerîkî li Sûriyê zêde bûne.

Çavkaniyên sûrî îro ragihandin: Karwanê dagirkerên amerîkî li bajarê Hesekê li bakur- rojhilatê Sûriyê ket ber êrişan û hejmarek ji hêzên amerîkî birîndar bûne. Çavkaniyên hanê  ragehandin: Bi dû vê teqînê, helîkopterên Amerîkayê li esmanê navçeyê dest bi gereçavdêriyê kirin.

Leşkerên amerîkî nûçeya vê êrişê sansûr kirine û ti hûrgilî derbarê wê belav nekirine. Çend rojan berî niha çavkaniyên agehdar ên sûrî ragihandin: Bo cara yekem ser rêya karwanekî leşkerên Amerîkayê li Heseka Sûriyê  bombe hatiye danîn.