Êrişa HTŞ`ê ser navçeya Kurdtêde ya Şamê
Çile 16, 2025 17:36 Asia/Tehran
Çekdarên HTŞ`ê êrişî taxa Zorava ya Şamê ku para zêde Kurd têde ne kirin.
Çekdarên HTŞ`ê ku piştî têkçûna Bişar Esed, li Şamê desthilat girtine destê xwe, êrişî malên Kurdan li taxa Zorava Şamê kirin.
Çekdarên HTŞ`ê bi çekên sivik û giran malên xelkê di vê taxê de kirine hedef û piştî ku xelk ji malên xwe derketin, heyîtiyên wan talan dikin. Hêzên HTŞ`ê ji bilî karên nemirovane bi xelkê vê taxî re û heqareta li wan, hewl didin xelkê Zorava ji navçê derxînin. Li gorî gotina çavkaniyên xwecihî, kêşe û pevçûna li taxa Zorava ya Şamê hîna jî berdewam e.