Êrişên nû yên Tirkiyê ser Minbicê li bakurê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i352926-Êrişên_nû_yên_tirkiyê_ser_minbicê_li_bakurê_sûriyê
Çavkaniyên nûçeyan derbarê êrişê hewayî yên nû yên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û şer û pevçûnên giran di navbera hêzên HSD û mîlîtanên girêdayî Enqerê li Minbicê agahî dan.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 13, 2025 12:50 Asia/Tehran
  • Êrişên nû yên Tirkiyê ser Minbicê li bakurê Sûriyê

Çavkaniyên nûçeyan derbarê êrişê hewayî yên nû yên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û şer û pevçûnên giran di navbera hêzên HSD û mîlîtanên girêdayî Enqerê li Minbicê agahî dan.

Çavkaniyên hanê ragehandin ku balefirên şer yên Tirkiyê bo cara duyemîn  li dû hev navendên girêdayî HSD'ê yên li derdora bendava Tişrîn a herêma Minbicê li rojhilatê Helebê li bakurê Sûriyê kirin hedef.

Li aliyê din  ve van çavkaniyan bal kişandin ser şer û pevçûnên giran  li vê  herêmê  ku di navbera hêzên HSD’ê yên girêdayî Amerîkayê û hêzên girêdayî Tirkiyê de berdewam dikin. Ji 8ê Kanûnê ve, piştî hilweşyana hikûmeta Sûriyê û  bi desthilatbûna HTŞ  li Şamê, êrişên Tirkiyê û hêzên wê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne.