Çile 08, 2025 17:20 Asia/Tehran
  • Gurrbûna nakokî û bêewlehiyan li Sûriyê

Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê êrişên giran ên hewayî û topxaneyî ser herêmên curbicur ên bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Êrişên vê sibê li dijî navçeyên derdora Bendava Tişrîn û êrişên toxaneyî yên mîlîtana dijî çeperên din ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi tundî dewam dikin. 

Artêşa Tirkiyê  tev hêzên girêdayî bi xwe êrişî hêzên HSDê û hêzên leşkerî yên Minbicê yên li van deveran kirin û di encamê de pevçûnên giran derketin.Artêşa Tirkiyê û komên bin fermana  wê bi çekên giran û topan êrişî gundên Tiwêle û Til Twêl ên rojavayê bajarê Til Temerê kirin.Her wiha xwefirên artêşa Tirkiyê li navça Kobanî, gundê  Girikê û derdora wê, bombebarankirina deverên sivîlan berdewam kirin.Ev şer û pevçûn di halekê de didomin ku liv û tevgerên artêşa Rejîma Siyonîst ji bo seqamgirîkirina dagîrkeriya xwe li başûrê Sûriyê berdewam in.

Çavkaniyên nûçeyan derbarê ketina tankên îsraîlî nav  navçên El-Işşe û girikên  El-Ehmer li derdora Quneyterê  li başûrê Sûriyê agahî dan.

Rêjîma dagirker ji bo ku  nehêlin xelk xwe bigihînin derdora bendavê, hin çeper çêkirin ku  ku pê ewlehiya avê ya başûrê Sûriyê û hin taxên Şamê dixe metirsiyê.Binyamîn Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîst jî derbarê bi dawî hatina peymana bi Sûriyê re  ya di sala  1974an derbarê  Colanê agahî da û fermana pêşveçûna li axa Sûriyê û êrişên asmanî ser  hemû baregehên leşkerî û berevaniyê yên vî welatî  da.Ev di halekê de ye ku hêzên artêşa dagirker ji mayîna xwe ya bê armanc li Sûriyê gazinan dikin.

Serepeyv