Çile 04, 2025 17:58 Asia/Tehran
  • Axavtina Wezîrê Karên Derve yê Fransayê û Mezlûm Ebdê

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bi Serfermandarê HSDê ra derbara alûgurên Sûrîyê da xeber da.

Jan Novel Baro Wezîrê Karên Derve yê Fransayê di gotûbêja bi reya telefonê tev Mezlûm Ebdê Serferamdarê HSDê da basa alûgurên nika yên Sûrîyê kir.

Li gorî rapora Wezareta Karên Derve ya Fransayê, ev gotûbêja bi reya telefonê, berî seredana Jan Novel Baro ya Şamê û hevdîtina wî digel Ehmed Colanî serkirdê HTŞê pêk hatîye.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li Şamê ji hikimdarên nû yên Sûrîyê xwest ku bi kurdan ra rêçareyeek sîyasî bi dest bixin.

Berî vîya çavkanîyên nûçeyan ragihandibûn ku Wezîrê Karên Derve yê Fransayê xwestîye ku HSD çekan dayne. 

Serepeyv