Êrişa hêzên girêdayî Colanî ser hin taxên li Humsê
Hêzên girêdayî HTŞ li Sûriyê li taxên bajarê Humsê dest bi çalakiyên çekdarî kirin.
Komên çekdar ên di bin fermandariya Ebû Mihemed El-Colanî ku piştî wêdebirina hikûmeta Beşar Esed rêveberiya karûbarên Sûriyê girtine destê xwe îro bi çekên sivik û giran li taxên bajarê Humsê dest bi çalakiyên çekdarî kirin. Wan di vê êrişê de gelek sivîl desteser kirin.
Ajansa nûçeyan a Sûriyê (SANA) ji zarê çavkaniyeke ewlehiyê yê Sûriyê ve îdia kiriye ku operasyonên paqijkirina berfireh li taxên Humsê ji bo peydakirina sûçkarên cengê dest pê kiriye.
Li gorî vê çavkaniyê, armanca vê operasyonê lêgerîn û peydakirina van hêzan e ku nexwestine çekên xwe radest bikin.
Hevgav medyaya Îngilîzî îdia kir ku hewla jibo terorkirina serokkomarê berê yê Sûriyê Beşar Esed bi madeyeke jehrî li Rûsiyê bi ser neket.