Ketina karewanê leşkerên din a Amerîkayê nav Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i352731-ketina_karewanê_leşkerên_din_a_amerîkayê_nav_sûriyê
Karewanê leşkerên Amerîkayê ku ji 55 kamiyonên hilgirê alavên leşkerî û locêstîk pêk dihat , ji derbasgeha sînorî ya El Welîdê ve derbasî axa Sûriyê bû.
(last modified 2024-12-31T11:22:45+00:00 )
Kanûn 31, 2024 14:36 Asia/Tehran
  • Ketina karewanê leşkerên din a Amerîkayê nav Sûriyê

Karewanê leşkerên Amerîkayê ku ji 55 kamiyonên hilgirê alavên leşkerî û locêstîk pêk dihat , ji derbasgeha sînorî ya El Welîdê ve derbasî axa Sûriyê bû.

Karewanê leşkerên Amerîkayê, hilgira ardû, tirombîlên zirixî û sîndûqên mezin e ku di çarçoveya xurtkirina şiyana leşkerî û ewlehiya binkeyên Amerîkayê  li dorhêla Heseke û reqê li bakûr rojhilata Sûriyê de hatiye şandin. Balafireka barhilgir a amerîkî  tijî alavên leşkerî û locêstîk û leşkerên amerîkî jî li binkeya Xirab El Cîr li rîfa Remîlanê li bakûrê Hesekê rûnişt.

Karewaneka mezin pêkhatî ji 50 tirêliyên tijî alavên leşkerî û locêstîk jî ber bi binkeyên Xirab El Cîr û Til Bîderê li dorhêla Hesekê ve çûne ku navçeyên di bin kontrola HSD`ê da ne.