Ketina karewanê leşkerên din a Amerîkayê nav Sûriyê
Kanûn 31, 2024 18:06 Asia/Tehran
Karewanê leşkerên Amerîkayê ku ji 55 kamiyonên hilgirê alavên leşkerî û locêstîk pêk dihat , ji derbasgeha sînorî ya El Welîdê ve derbasî axa Sûriyê bû.
Karewanê leşkerên Amerîkayê, hilgira ardû, tirombîlên zirixî û sîndûqên mezin e ku di çarçoveya xurtkirina şiyana leşkerî û ewlehiya binkeyên Amerîkayê li dorhêla Heseke û reqê li bakûr rojhilata Sûriyê de hatiye şandin. Balafireka barhilgir a amerîkî tijî alavên leşkerî û locêstîk û leşkerên amerîkî jî li binkeya Xirab El Cîr li rîfa Remîlanê li bakûrê Hesekê rûnişt.
Karewaneka mezin pêkhatî ji 50 tirêliyên tijî alavên leşkerî û locêstîk jî ber bi binkeyên Xirab El Cîr û Til Bîderê li dorhêla Hesekê ve çûne ku navçeyên di bin kontrola HSD`ê da ne.