Berdewamiya destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê
Leşkerên Rêjîma Siyonîst îro jî destdirêjiyên xwe ser navçeyên sînorî yên Sûriyê berdewam kirin.
Hêzên siyonîst li dewama destdirêjiyên xwe îro yek ji gundên başûrê Sûriyê bi navê Sûsê dan ber êrişan û bi du buldozer û hejmarek tankan malên vî gundî wêran kirin.Leşkerên siyonîst vê sibê ketin nav navça Cebata El-Xeşeb a li derdora Quneyterê û ji xelk û kesayetiyên navdar ên vê navçeyê xwestin ku çekên xwe radest bikin.
Xelkê gundê Sûsê li derdora başûrî ya Quneyterê li dijî leşkerên dagirker ên siyonîst ku ketine nava vî gundî xwenîşandan li dar xistin. Leşkerên siyonîst ber bi xwenîşanderan ve gulle avêtin ku di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Li aliyê din ve ,şer û pevçûnên di navbera hêzên girêdayî bi Tirkiyê û hêzên HSD’ê de tim berdewam dikin.Çekdarên ser bi Tirkiyê êrişî gundê Qêbraymo li rojhilatê bajarê Minbicê kirin.
Çavkaniyên Sûriyê ragihandin: Di encama van pevçûnan de efserekî tirk hat kuştin. Tirkiye bi van êrişan dixwaze rê ji bo kontrolkirina bajar û herêmên kurdan û wêrankirina wan xweş bike.Receb Teyib Erdogan , Serokomarê Tirkiyê gef li Kurdên li Bakurê Sûriyê xwar û ragihand, Çekdarên Kurd li Sûriyê yan divê çekên xwe daynin yan jî bi çekên xwe re li Sûriyê têne definkirin.Piştî hilweşyana Beşar Esed, nakokiyên di navbera komên curbicur yên Sûriyê de, ji wan Çekdarên ser bi Tirkiye û Amerîkayê gurtir bûye.