HSD: Agirbes hat binpêkirin
Hêzên Sûrîya Demokiratîk ragihand ku artêşa Tirkîyê rêkevtinameya agirbesê binpê kir û başûra Kobanîyê da ber bombeyan.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxûyanîyekê da ragihand ku tevî hewlên Amerîkayê, hêzên dagirker yên Tirkîyê û kirêgirtîyên ser bi wan duh û îro jî êrişên ser gellek herêmên derdora Kobanîyê, bendava Tişrînê û Eyn Îsayê domandin.
HSDê herwiha ragihand ku Tirkîyê di saet 11ê şeva buhurî da bi xwofirrê 3 caran êrişî herêma Pira qereqozakê û gundê Bîr Heso li başûra şarê Kobanîyê kir.
Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: Komên kirêgirtî îro bi piştgirîya bejayî û hewayî ya Tirkîyê ji çend mêhweran va êrişî navçeya Bendava Tişrînê kirin. Hereiha êriş û pevçûn di navbera hêzên Encumena Serbazî ya Minbicê û kirêgirtîyan da li herêmê didomin û gellek xwofirr tên bikaranîn.