Dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê
Ji dema têkçûna hikûmeta Bişar Esed li Sûriyê, artêşa Rejîma Siyonîst bi êrişa ser axa Sûriyê gelek binavahî û alavên leşkerî yên vî welatî kirine hedef.
Leşkerên siyonîst êrişên xwe yên di nav axa Sûriyêd a didomînin bi awayekî ku li taxên kevn ên navçeya Hezerê li Cebel El Şêxê pêşve çûne. Leşkerên Siyonîst îro di dewama êrişên xwe de avrêya çemê Yermûkê û bendava El Wehedeyê li başûrê Sûriyê girtin destê xwe.
Rojnameya Wal Strît Jûrnal jî basa zêdebûna bicihbûna hêzên Tirkiyê nêzî sînûrê bi Sûriyê re û êrişa demlidest a ser pêgehên HSD`ê li Kobaniyê kiriye. Serokê Heşd Şeibî ya Iraqê jî di vî warî da gotiye, Iraq di karên navxweyî yên Sûriyê da destwerdanê nake, lê Iraq û Sûriye di rewşeka ewlehiyê da ne. Têkçûna artêşa Sûriyê û êrişa ser wê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve sedema mixabiniyê ye.
Di eynî demê da Mihemed Beşîr, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê jî bi ragihandina viya ku ji awareyên sûrî yên li welatên curbicur hatiye xwestin vegerin welatê xwe û pêgîrî kir dema wê hatiye ku civaka cîhanî piştgîriya Sûriyê bike û boykotên ser wê jî werin rakirin.
Lêbelê dilnîgeraniyên ji ber şêrr û çawaniya desthilatdariya bi şîdet a komên çekdar bûne sedem aware li ser vegera bo welêt bi şik û guman bin. Di rojên buhurî da jî hin nûçe li ser vebûna balyozxaneyên hin welatan li Sûriyê hatin weşandin.
Di eynî demê da Îsmaîl Beqayî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê jî îro gotiye vebûna balyozxaneya Îranê hewcedarê hin karên sereke ji wan palpiştiya ji dabînkirina ewlehiya nûner û karmendan e.