Sefera Pêdêrson ya Şamê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i352505-sefera_pêdêrson_ya_Şamê
Nûnerê NY li Sûriyê roja Yekşemiyê û di sefera xwe ya yekem bo Şamê piştî têkçûna hikûmeta Sûriyê li ser pêwîstiya destpêbûna pêvajoya giştalîbûnê pêgîrî kir ku divê ev pêvajoya hemû sûriyan bigire ber xwe.
(last modified 2024-12-15T11:15:20+00:00 )
Kanûn 15, 2024 14:38 Asia/Tehran
  • Sefera Pêdêrson ya Şamê

Nûnerê NY li Sûriyê roja Yekşemiyê û di sefera xwe ya yekem bo Şamê piştî têkçûna hikûmeta Sûriyê li ser pêwîstiya destpêbûna pêvajoya giştalîbûnê pêgîrî kir ku divê ev pêvajoya hemû sûriyan bigire ber xwe.

Gîyêr Pêdêrson got: Divê saziyên hikûmî çalakiya xwe bi awayekî tam û tekûz û bi garantîkirina ewlehiyê ji bo wan destpê bikin. Pêdêrson got divê li Sûriyê edalet dabîn bibe û sîstima dadweriyê hebe ku cîhatina edaletê ji bo hemiyan garantî bike û em bibin şahidê vê yekê ku cinayetkar werin cezakirin. Şandiyê NY li Sûriyê got: Em rewşê dişopînin û me çav kutaye ser pêvajoya veguhestina desthilatê. Pêdêrson got: Em ê bi komên curbicur ên sûrî re hevkariyê bikin. Wî pêgîrî kir: Divê pêvajoya siyasî ya giştalî li Sûriyê, bi serokatiya sûriyan be.