Niqab ji rûyê Colani ket
Bi desteserkirina berfireh a elewiyan li Sûriyê ji aliyê endamên ser bi El-Colanî niqab ji rûyê koma çekdar a HTŞ ket.
Çavkaniyên sûrî ragihandin ku hêzên di bin fermana Mihemed El-Colanî serkirdeyê HTŞ de dest bi desteserkirina berfireh a elewiyan li şeş bajarên Sûriyê kirine û heta niha zêdetirî 120 kes ji wan li El-Qerdahê, Lazqiyê û Tertûsê desteser kirine.
Li gorî vê raporê,mal û milkên zêde ji 50 kes ji wan bi taybet yên hejmarek ji kesayetiyên navdar li Sûriyê ji aliyê enamên HTŞ ve hatine zewtkirin.
Êrişên ser Elewiyan li Sûriyê şik û gumanên derbarê sozên destpêkê yên el-Colanî ji bo dema bidestxistian kontrola Sûriyê zêde kiiye. Wî bi guhertina cil û bergên xwe hewl da xwe wek rewşenbîrekî dûrî îdeolojiya DAIŞê nîşan bide. Wî îdia kiribû ku tu kom an eşîrekî taybet li Sûriyê nake armanc.