Colanî xwe ji serokê MÎTê re şofertî kir
Kanûn 13, 2024 17:15 Asia/Tehran
Di dema seredana Serokê Teşkîlata Istixbarata Tirkîyê (MIT) ya Şamê da, serkirdê komên çekdar ên hikimdar li Sûrîyê xwe ji wî re şofertî kir.
Hikûmeta Receb Teyyîb Erdogan ku van rojana ji ber rola xirab a di alûgurên Sûrîyê da gellekî tê rexnekirin, duh Ibrahîm Kalin Serokê MÎTê şand Sûrîyeya qeyranêlketî û Kalin ber çavê kamerayan çû mizgevta Emewî û nimêj kir, piştre dîmenên şofertîya Ehmed Colanî serkirdê HTŞê ji bo Ibrahîm Kalin bala medyayan kişand.
Di dîmenan da dîyar e ku Colanî xwe maşîna ku Ibrahîm Kalin Serokê MÎTê tê da ye, dihajo.
Dewleta Tirkîyê di van salên dawîn da gellek herêmên axa Sûrîyê dagir kirîye û çekdarên ku nika li Şamê serdest in, dibêjin ku dagirker ji wan Amerîka û Tirkîye divê ji axa Sûrîyê derkevin.