Kanûn 13, 2024 16:30 Asia/Tehran
  • Zêde ji milyonek sûrî vê dawîyê aware bûne

Nivîsgeha Karên Mirovî ya NY ragihand ku zêde ji milyonek kes li navçeyên curbicur ên Sûrîyê ku pirranî jin û zarok in, aware û derbider bûne.

Nivîsgeha Karên Mirovî ya NY ragihand di encama berfirebûna şîdetên ji 27ê Midjarê va heta nika, zêde ji milyonek û 100 hezar kes li navçeyên curbicur ên vî welatî aware bûne ku pirraî jin û zarok in.

Di dewama daxûyanîya Nivîsgeha Karên Mirovî ya NY da hatîye ku nêzî 640 hezar kes ji parêzgeha Helebê revîne û nêzî 334 hezar kes ji niştecihên Idlibê û 136 hezar kes ji niştecihên Hemayê jî aware bûne.

HTŞê ku digel çend komên din ên çkdar di roja 8ê Kanûnê da Şam xistin bin kontrola xwe, Mihemed Beşîr wek sergêrê hikûmeta demkî dan nasandin ku yê heta dawîya Adara 2025ê ser desthilatê be. 

Serepeyv