Rejîma Sîyonîst Cebel Şêx a Sûrîyê dagir kir
Di halekî da ku çavkanîyên sûrî dibêjin artêşa Rejîma Sîyonîst ketîye Quneyterê, Wezîrê Cengê yê Rejîma Sîyonîst ragihand ku vê rejîmê Cebel Şêx li Colanê xistîye di bin kontrola xwe da.
Çavkanîyên xwecî lu parêzgeha Quneytere ya Sûrîyê ragihandin ku tankên artêşa Rejîma Sîyonîst bi şev ketine kûratîya derdora Quneyterê û derbasî bajarokê Xan Ernebe ku yek ji mezintirîn bajarokên vê parêzgehê ye, bûn.
Artêşa Rejîma Sîyonîst herwiha ferman da niştecîyên derdora başûra Der`ayê ku zûka ji navçeyên xwe derkevin.
Artêşa Rejîma Sîyonîst di van rojên dawîn da bi sûdwergiritna narewa ji rewşa nika ya Sûrîyê dest bi dagirkrina hin navçeyên vî welatî û koçberkirina niştecîyên gundên derdora Quneyterê kirîye û bi alozkirina rewşê û jinavbirina şîyana leşkerî ya Sûrîyê hewil dide pêşîya pêkhatina artêşeke xurt di siberoja SÛrîyê da bigire û gellek herêmên axa Sûrîyê dagir bike.