Kanûn 12, 2024 20:10 Asia/Tehran

Çend rojan piştî ketina hikûmeta Sûrîyê bi destê neyarên çekdar, qanûna qedexeya hatin û çûyînê li Şamê hat rakirin, lê êrişên Rejîma Sîyonîst bi sûdwergirtina ji rewşa qeyranî ya nika û ketina leşkerên sîyonîst nav kûratîya axa Sûrîyê didomin.

Rêvebirîya Operasyona Leşkerî ya Komên Çekdar ên Sûrîyê di daxûyanîyekê da ragihand ku qanûna qedexeya hatin û çûyînê idî li Şamê bi cî nayê. Em ji gelê xwe dixwazin ku bizvirin ser kar û dezgehên xwe ta ku bi me ra di avakirina Sûrîyeya nû da bibin şirîk. 

Hevgavê vê yekê Ebû Mihemec Colanî serkirdeyê neyarên sûrî gotîye ku wan dezgehên leşkerî yên berê hilweşandine û hewil didin hemî kesên çekdar di Wezareta Berevanîyê ya hikûmeta demkî ya neyran da bi cî bikin. Colanî herwiha pêgirî kirîye, kesên di hiûmeta berê da hibmerî neyaran sekinîne, dê nekevin ber efûyê. 

Di vî halî da Partîya Be`is a Sûrîyê ragihand ku hemî çalakîyên xwe heta ragihandina bêtaloq kirîye û çekên xwe jî radestî Wezareta Karêhn Hundur a hikûmeta demkî û nû ya Sûrîyê kirîye.

Neyarên sûrî rewşa vî welatî asayî nîşan didin, lê Rejîma Sîyonîst hela jî destdirêjîya ser wî welatî didomîne. Artêşa Rejîma Sîyonîst ragihand ku pirranîya cebilxanên istiratejîk li Sûrîyê ji nav birîye û êrişî balafirgehên Hêza Hewayî ya Sûrîyê û bi dehan cîyên çêkirina çek û rextan ên li derdora Şam, Hums, Tertûs û Tedmurê kirîye. Hêzên gerrok ên Rejîma Sîyonîst pêşdaçûna xwe di nav axa Sûrîyê da li mêhwera Quneyterê didomînin.

Ji hêla din va, Istêfan Ducarîk Berdevkê NY wek berteka himberî êrişên Rejîma Sîyonîst ser Sûrîyê bi dû ketina hikûmeta Bişar Esed li Şamê, got: NY dijî her cure destdirêjîya ser axa Sûrîyê û binpêkirina yekperçetîya axa vî welatî ye. 

Serepeyv