Kanûn 10, 2024 18:15 Asia/Tehran

Bi desthilatdarbûna komên çekdar ên dijî Bişar Esed li Sûriyê, Rejîma dagirkir a Siyonîst bi bikaranîna narewa ya şert û mercên ewlehiyê yên vî welatî û li pey bertek nîşannedana neyarên sûrî, êrişeke berfireh li vî welatî pêk anî.

Têkçûna hikûmeta Sûriyê bûye sedem ku Rejîma Siyonîst di 48 saetên buhurî de êrişên bêmînak li dijî armancên girîng li seranserê Sûriyê pêk bîne. Medyaya Rejîma Siyonîst ragihand ku wan di saetên derbasbûyî de baregehên artêşa Sûriyê kirine armanc û mûşek û sîstemên berevaniya hewayî ji nav birine. Medyaya Rejîma Siyonîst ragihand ku Hêza hewayî ya Îsraîlê li Sûriyê rewş xistiye destê xwe û êrişên wê navçên Şam, Reqe, Heleb û Cermayayê jî girtiye ber xwe.

Medyaya Rejîma Siyonîst ragihand: Hêza hewayî ya Îsraîlê hemû sîstemên dijî mûşekî yên li derdora vê binkeya nihênî ji nav birin. Navenda îstixbarata Sûriyê bi temamî hatiye rûxandin. Hêjayî gotinê ye ku êrîşên esmanî û topxaneyî yên artêşa Rejîma Siyonîst ser binesazî, navend û alavên leşkerî yên artêşa Sûriyê li tûşka xwe de bêmînak in. Piştî rûxandina hikûmeta Beşar Esed li Sûriyê, Îsraîlê zêdetirî 300 êrîş li dijî keleh û alavên leşkerî yên Sûriyê pêk anîn. Êrişa leşkerî ya Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê gihîşt nêzîkî 25 kîlometreyan li başûrê rojavayê Şamê.

Serepeyv