Kanûn 10, 2024 17:45 Asia/Tehran
  • Mihemed El Beşîr bû erkdarê pêkanîna kabîneya veguhestinê ya Sûriyê

Mihemed El Beşîr, wekî serokê dewra veguhestina desthilatê ya Sûriyê hatibû kivşkirin, bi awayeka fermî serokatiya hikûmeta veguhestina desthilatê ya vî welatî heta meha Adara dahatî girte ustiyê xwe.

Mihemed El Beşîr, serokê teşkîlata ser navê Hikûmeta Rizgariya Sûriyê ku bi salan birêvebirê Idlibê bû, bûye erkdarê pêkanîna hikûmeta nû ya Sûriyê ji bo birêvebirina dewra veguhestina desthilatê.

Ev biryara piştî civînekê di navbera Colanî, fermandê operasiyona hêzên neyar û Mihemed El Beşîr û Mihemed El Celalî, serokwezîrê hikûmeta berê ya dewra Bişar esed da ji bo kivşkirina çawaniya veguhestina desthilatê û girtina pêşiya bêserûberiyê li Sûriyê hatiye girtin. Mihemed El Beşîr di sala 1983`an li Cebel El Zawiyê li başûrê parêzgeha Idlibê jidê bûye. Ew di salên 2022 û 2023`an da wezîrê geşepêdan û karûbarên mirovî li teşkîlata ser navê Hikûmeta Rizgariyê bû.

Serepeyv