Kanûn 08, 2024 18:59 Asia/Tehran
  • Îsrayîlê êrişî balafirgeha Al Mazzeh`yê kir

Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst balafirgeha leşkerî ya Al Mazzeh`yê ku ketîye derdora Şamê, dan ber bobmeyan.

Çavkanîyên nûçeyan herwiha ragihandin ku Rejîma Sîyonîst êrişî cebilxaneyekê li binkeya leşkerî ya li başûra Sûrîyê kir.

Medyayan herwiha ragihandin ku 2 teqînên giran li herêma Al Mezze`yê qewimîn. Herwiha dengê çend teqînan li navçeya Cebel Qasîyonê hat bihîstin.

Medyan basa tevlihevîyê li paytexta Sûrîyê dikin. Li navçeyên curbicur ên paytexta Sûrîyê dengê berdewam ê gulle û teqînan tê bihîstin. Rejîma Sîyonîst herwiha êrişî mertala berevanîya hewayî ya Sûrîyê ya li Şamê kirîye. 

Serepeyv