Sûrîye nuqumî alozîyê bû
Neyarên çekdar ên hikûmeta Sûrîyê îro şarê Şam paytexta wî welatî xistin bin kontrola xwe. Wan herwiha bêyî berxwedan, balafirgeha Şamê, avahîya radyo û televîzyona hikûmetê û koşka serokomartîya Sûrîyê xistin bin kontrola xwe da.
Neyarên çekdar li Sûrîyê ji berbanga 27ê Mijdarê va bi piştgirîya hinek welatan û ketina hêzên nû yên bîyanî nav axa Sûrîyê, dest bi êrişeke berfire dijî çeperên artêşa Sûrîyê li bakur-rojava, rojava û başûr-rojavaya Helebê kirin.
Komên çekdar ên neyarê Bişar Esed berbanga îro derbasî Şamê bûn û kontrola paytexta vî welatî xistin bin destê xwe. Radyo û Televîzyona Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê jî ev yek piştrast kir. Şebekeya Al Mayadînê jî ragihand ku komên çekdar bêyî hebûna hêzekî artêşa Sûrîyê derbasî Şamê bûn. Li gorî raporan Bişar Esed Serokomarê Sûrîyê ji Şamê va çûye cîyekî nedîyar. Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku neyarên sûrî nahêlin ku welatî ji bakura welêt va ber bi Şamê va herin.
Mihemed Celalî Serokwezîrê Sûrîyê jî piştî serdestbûna komên çekdar li Şamê basa veguhestina biaştî ya desthilatê kir. Celalî herwiha got: Bila welatîyên sûrî zîyanê negihînin mal û milkên giştî, her biryara ku gelê Sûrîyê bide, hikûmet amade ye ku di vî warî da hevkarîyê bike. Lê hin ajansên nûçeyan dibêjin ku rewşa Sûrîyê gellekî tevlihev û aloz e û kêlî bi kêlî dilnigeranbûna ji ber nuqumbûna Sûrîyê di nav alozî û çendberetîyê da zêdetir dibe.
Çavdêrên sîyasî dibêjin ku Rejîma Sîyonîst dixwaze ku Sûrîyeya piştî Bişar Esed veguhere warekî perçebûyî. Ev rewşa kabûseke mezin e ku yê dûhatên gieran ji wan awarebûn, bêistiqrarî û qeyranê li navçeyê bi xwe ra bîne.