Kanûn 04, 2024 18:17 Asia/Tehran
  • Şûnpiyê Ukraynê di gurrkirina nakokiyên li Sûriyê

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê ragihand ku şopa ukrayniyan di zêdebûna aloziyan li Sûriyê de eşkere ye.

Mariya Zaxarova bal kişand ser hevkariya dezgehên ewlehiyê yên Kiyevê bi terorîstan re, dabînkirina xwefiran û fêrkirina çawaniya bikaranîna wan çekanû got: Sûriye ne yekem navçe ye û  ne jî ya dawîn e ku rejîma Kiyêvê  tecrûbeya xwe ya cinayetkarane  li wir nîşan dide û Welatên Afrîqayê jî  pêştir bibûn hedef û niha jî dora Sûriyê ye.

 Zaxarovayê tekez kir:Bê gumana terorîstan bêyî tehrîkkirin û piştevaniya tam a hêzên biyanî nedikarîn karekî wiha hovane bikin û ji vê rêyê   qonaxene nû ya pevçûna çekdariyê li Sûriyê destpê kirin.

Serepeyv