Kanûn 02, 2024 18:57 Asia/Tehran

Artêşa Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di 24 sietên borî de êrişên xwe ser terorîstan li navçeyên curbicur ên vî welatî berdewam kirine û 400 terorîst kuştine.

Artêşa Sûriyê di daxûyaniyekê de ragihand ku di 24 saetên borî de, êrişên bi hevkariya hêzên Rûsiyê li dijî têrorîstan berdewam in û êrişên hewayî, mûşekî û topxaney yên wan ser navendên kombûna têrorîstan û  cebilxaneyên wan û hêlê  alîkariyê yên têrorîstan li derdora Idlib û Helebê bi  xurtî berdewam bûne.

Artêşa Sûriyê diyar kir: Di 24 sietên borî de me 5 navendên fermandetiya terorîstan û 7 cebilxaneyên terorîstan  ji wan xwefirên terorîstan ji nav birin.

Her wiha di vê daxuyaniyê de hatiye: Di encama van êrişên  bi hevkariya hêzên Rûsî  400 terorîst li derdora Heleb û Idlibê hatine kuştin.

Artêşa Sûriyê di daxûyaniya xwe de ragihand: Me li  mêhwerên curbicur ên derdora Heleb, Hema û Idlibê operasyonên xwe li dijî terorîstan destpê kirine ku wan paşde vekşînin . 

Li gorî nûçeyeke din, yekîneyên artêşa Sûriyê karîn hejmarek xwefirên terorîstan li navça bakurê Hemayê  bixin xwarê. 

Her wiha vê  balefirên cengê yên Sûriyê û Rûsiyê vê sibê karwaneke tirimbêlên terorîstan li bajarê Xan Şêxûnê li derdora Idlibê bombebaran kirin.

Her wiha artêşa Sûriyê karî ewlehiya navçeyên bakurê Hemayê bi temamî  dabîn bike.

Serepeyv