Kanûn 01, 2024 18:10 Asia/Tehran

Terorîstên çekdar ji ber êrişên artêşa Sûriyê ji çeperên xwe yên li derdora Hemayê paşve kişiyan.

Artêşa Sûriyê daxuyaniyek belav kir û tê de ji kontirolkirina kela El Mezîq û gundê Meirdêsê li dorhêla bakurê Hemayê agahî da. Artêşa Sûriyê herwiha gundê Helfaya û gundên din ên dorhêla bakûrî ya Hemayê kontrol kirin û şerê dijî terorîstan berdewam dike. Komên têrorîst bi êrîşên giran ên hêzên hewayî yên hevpar ên Sûriye û Rûsyayê gav bi gav têk çûn û piştî hedefgirtina navendên fermandariya wan, hêza wan ber bi perçebûnê ve diçe. Êrîşên artêşa Sûriyê herwiha karwanên terorîstan, kempên rahênanê, şandina çekan, baregeh û kombûnên çekdaran kirin armanc. Artêşa Sûriyê gav bi gav dest bi vegerandina navçeyên dagîrbûyî, destpêşxeriya di êrişê de û xurtkirina hêzên xwe kiriye ku tenê di heyama 3 rojên operasyonên artêşa Sûriyê de, hezar terorîstên Cibhetunusreyê hatine kuştin. Herwiha ajansên nûçeyan basa ji hevbelabûna  terorîstan ji ber birrîna peywendiyên di navbera hêzên wan li Helebê kirin. Balafirên Rûsî- Sûrî êrîşên hewayî yên giran ser esmanên başûr rojhilatê Idlibê, başûrê Idlibê û mêhwerên Sehl El Gabê pêk anîn û liv û tevger, otombîl, kombûn û baregehên terorîstan kirin armanc.

Beşar Esed, serokomarê Sûriyê jî di civîneke awarte de bi rayedarên payebilind ên leşkerî û ewlehiyê yên vî welatî re li bara dawîn pêşhatên leşkerî bi taybet kontrolkirina komên çekdar ên têrorîst li hinek deverên parêzgeha Helebê û pêşketina ber bi derdora Hemayê, civîneke awarte lidar xist. Di vê hevdîtinê de behsa destpêkirina operasiyonên leşkerî û tedbîrên ewlekarî yên li welêt jî hate kirin. Wezareta berevaniya Sûriyê herwiha pêgîrî kir ku dê di demeke nêzîk de dije êrişekê ji bo vegerandin û rizgarkirina hemû deveran dest pê bike.

Serepeyv