Êrişa ser baregeha leşkerên Amerîkayê li Sûriyê
Baregeha leşkerî ya Amerîkayê li bakur rojhilata Sûriyê ket ber êrişa bi mûşekan.
Êrişa ser baregeha leşkerên Amerîkayê li bakur rojhilata Sûriyê bi mûşekan hevdem di gel meşqên hêzên Sûriyê li komavahiya Karkiran a El-Cebsê li bajarê El-Şedadî pêk hatiye.
Li gorî gotina medyaya sûrî, xaleke lêgeriyê ya artêşa Sûriyê jî pêşiya derbasbûna karwanê leşkerên Amerîkayê bi çar trimbêlan ku ber bi gundê Til El-Zehebê li derdora Qamişliyê ve diçûn, girt.
Ajansa nûçeyana Sputnika Rûsiyê jî derbarê teqîneke giran li baregeha leşkerî ya Amerîkayê li navçeya Niftî ya El-Omerê li derdora rohilata Dêrezorê agahî da û got: Ev teqîn ji ber êrişa bi mûşekan pêk hatiye. Pêştir jî bi caran baregehên leşkerî yên neqanûnî yên Amerîkayê li meydanên nift û gazê yên El-Konîko û El-Omerê li derdora bakurî û bakur rojhilata Dêrezorê ketibûn ber êrişan.