Mijdar 11, 2024 18:32 Asia/Tehran
  • Berteka Şamê li himberî êrişên Rejîma Siyonîst

Wezareta karên derve ya Sûriyê li himber êrişên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê bertek nîşan da.

 Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ragehand: Rejîma Siyonîst ser dewama cinayetên xwe li herêmê tekez dike ku her roj sersariya xwe li himber nirxên mirovî û rêzikên navdewletî nîşan bide. 

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê  de hatiye: Rejîma Siyonîst  duh avahiyeke xelknişîn li  Zeynebiyê  li Şamê kire armanc ku di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.Wezareta  karên Derve ya Sûriyê ragihand:Em van êrişan bi tundî şermezar dikin û tekez dikinger piştgiriya hinek welatan ji vê rejîma terorîst nebûya, ev êriş nedihatin kirin.

Serepeyv