Amadetiya HSD`ê ji bo danûstandina bi Tirkiyê re
Serfermandê HSD`ê ragihand: DAIŞ’ê ji rewşa herêmê sûd wergirtiye û êrîşên xwe ser Sûriyê zêde kirine. Wî herwiha got: Em amade ne bi hemû aliyan re bi taybet Tirkiyê re danûstandinan bikin
Mezlûm Ebdî di hevpeyvîna xwe de wiha got: Êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê sînorên bersivdayînê derbas kirin. Em fêm dikin ku armanca wan tenê bersivdayîn nebû, belke armanca wan ew sazî bûne ku xizmetê ji xelkê re dikin û bi vî awayî ew neçar dibin ku koç bikin. Wî li ser viya ku HSD baska leşkerî ya PKK`ê li Sûriyê ye, wiha got: Ev mijar û babeteke teqlîdî ye ku Tirkiye 10 sal in ji bo êrîşên xwe yên berdewam ên li ser herêmên me rewa nîşan dide, bi kar tîne. Me çend caran gotiye ku em pişkek ji şerên li nav Tirkiyê nînin.
Serfermandê HSD`ê di dawiyê da got: Em ji bo gotûbêja li gel hemû aliyan bi taybet bi Tirkiyê re amade ne.