Îlon 17, 2024 17:19 Asia/Tehran
  • Ûkrayn çêkirina xwefiran fêrî komên terorîst ên li Sûriyê dike

komeka 250 kesî ji karzanên leşkerî yên Ûkraynê ji bo perwerdekirina çêkirina xwefirê li Koma Terorîst a Cibhetunusrê, derbasî parêzgeha Idlibê li bakûr rojavaya Sûriyê bû.

Çavkaniyeka agehdar a sûrî ragihand ku karzanên leşkerî yên Ûkraynê li kargehên curbicur ên bajarê Idlibê û derdora wê ji bo fêrkiirna çêkirina xwefiran li komên terorîst, dabeş bûne. Vî çavkaniya agehdar herwiha ragihand: Leşkerên ûkraynî, terorîstên Cibhetunusrê li parêzgeha Idlib a Sûriyê fêrî bikaranîna xwefirê û teknolojiyên têkildarî zêdekirina leza firrînê, rakirina fîlman û rûxandina armancan dikin.

Heta nika nêzî 250 xwefir bi awayê pirtîpirtî û di nava kelûpelên sivîlan da di çend qonaxan da derbasî parêzgeha idlibê bûne. Sêrgêy Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsiyê, berî nika ragihandibû ku Rûsiye hin agahiyan li ser hebûna nûnerên leşkerî û istixbaratî yên Ûkraynê li parêzgeha Idlib a Sûriyê ji bo wergirtin û şandina terorîstên Cibhetunusrê bo Ûkraynê li ber destê xwe hene.