Tîrmeh 15, 2024 09:40 Asia/Tehran
  • Destpêbûna hilbijartinên parlemana Sûriyê

Hilbijartinên parlemana Sûriyê îro siet 7ê serê sibê dest pê kir.

Hejmara berbijarên hilbijartinên parlemana Sûriyê giheştiye hezar û 516 kesan ku ji bo bidestxistina 250 kursiyênparlemanê hevrikiyê dikin û hejmara navendên dengdanê li seranserî Sûriyê derdora 8 hezar û 151 navend hatine ragihandin.Dema  vê hilbijartinê ku  ji aliyê Beşar Esed serokkomarê Sûriyê ve hatiye diyarkirin, çaremîn hilbijartinên parlemanî ye ku piştî destpêbûna  qeyrana Sûriyê di sala 2011an de tê lidarxistin.

Cîhad Murad, Serokê Komîteya Bilind a Dadwerî ya Hilbijartinên Sûriyê got: Navendên dengdanê ji siet 7 sibehê ve  ji bo pêşwaziya ji dengderan vebûne û dê heta 7 ê êvarê jî xebata xwe berdewam bikin. Wî got ku xala  64 a yasayê rê daye Komîteya Bilind a Dadwerî ya Hilbijartinan a vî welatî ku heyama dengdanê bo pênc sietên din li hemû yan hinek navendên dengdanê dirêj bike.

Niştecihên gelek deverên derveyî kontrola hikûmeta Sûriyê, yan jî bi milyonan penaberên ku ji ber şer aware bûne, nikarinbeşdarê hilbijartinan bibin.

Serepeyv