Amerîka hemû rojê di halê qaçaxkirina dexl û danên Sûriyê ye
Hezîran 30, 2024 19:11 Asia/Tehran
Ji meha Gulanê ve û bi destpêkirina werzê çinîna dexl û danan li Sûriyê, artêşa Amerîkayê rojane bi qaçaxî dexl û danên vî welatî derbasî Iraqê dike.
Welatiyekî sivîl ê sûrî dibêje ku ji destpêka werzê çinînê ve di meha Gulanê de, hêzên amerîkî rojane dexl û danên welêt ji bakurê rojhilatê Sûrîyê bi kamyonan bi qaçaxî dibirin baregeha hêzên xwe li Îraqê.
Kanala CGTN`ê ragihand: 15 heta 20 kamyonên bi plaqeya Îraqî bi tirimbêlên artêşa Amerîkayê û hin caran jî bi helîkopteran ber bi derbasgeha sînorî ya neqanûnî ya Mehmûdiyê ve dihatin iskortkirin.
Hikûmeta Sûriyê, Amerîkayê bi talankirina nift û dexl û danên Sûriyê li navçeyên di bin kontrola hêzên serhildêr û hêzên opozîsyonê de tawanbar kiriye.